Heşda Şebiyê operasiyona xwe ya dijî DAIŞê li rojavaya Iraqê dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313631-heşda_Şebiyê_operasiyona_xwe_ya_dijî_daiŞê_li_rojavaya_iraqê_dest_pê_kir
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şebiyê) îro Înê operasiyona xwe ya dijî çeteyên koma terorîst a DAIŞê li rojavaya Iraqê dest pê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2020 15:13 Asia/Tehran
  • Heşda Şebiyê operasiyona xwe ya dijî DAIŞê li rojavaya Iraqê dest pê kir

Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şebiyê) îro Înê operasiyona xwe ya dijî çeteyên koma terorîst a DAIŞê li rojavaya Iraqê dest pê kirin.

Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şebiyê) bi daxuyaniyekê ragihand: Ev operasiyon bi alîkariya Hêza esmanî ya artêşa Iraqê, di hejmareke navçeyên dûrketî û dijwar ên parêzgeha Enbarê ku terorîst jibo xweveşatinê wan bi akr tînin, cih tê.

Ev daxuyanî dibêje: Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê (Heşda Şebiyê) hin zanyarî ji komên têrorîst bi dest xistine ku wan dil heye dîsanê çalakiya xwe li parêzgeha Enbarê dest pê bikin.