Civîna Nûneran ya bawerîdana bo kabîneya Ellawî hat paşxistin
Kombûna parlamentoya Iraqê ya ji bo bawerîdana kabîneya Mihemed Ellawî ji ber dijberiya komên siyasî, herwiha ji ber ku beşdariya nûneran negihêşt asta dengdayînê bo 48 saetan hat paşxistin.
Parlemana Iraqê nekarî kombûna bawerîdana bo kabîneya Ellawî saz bike û li ser daxwaza Mihemed Ellawî, serokwezîrê raspardî kombûna parlemanê ku biryar bû îro bê encamdan, ji bo 2 rojan hat paşxistin û biryar e roja 29ê vê mehê parleman kom bibe.
Nakokiyên zêde di navbera Serokê parlemana Iraqê Mihemed Helbusî û Cîgirê Yekem Hesen Ke'bî de hene. Parlamenterên Saîrûn tekeziyê li ser wê dikin ku roja yasayî temam e.
Derbarê helwesta aliyê Kurdî de, peyamnêrê Rûdawê ragihand, piraniya aliyên Kurdistanî jî rijd in li ser wê yekê, eger karnameya hikûmetê bi vî şêweyî be ew beşdariyê tê de nakin. Herwiha Sunne jî dibêjin, divê kombûn bê kirin ji bo redkirina kabîneya Ellawî ne ji bo bawerîpêdanê.