Civîna Parlemana Iraqê bo roja Şemiyê hat paşdaxistin
Sibat 27, 2020 14:24 Asia/Tehran
Ji ber nakokiya navbera aliyên siyasî, civîna parlemana Iraqê bo roja Şemiyê hat paşdaxistin û piştî wê aliyên siyasî bi tu awayî amade nînin ku dengê xwe bidin dewleta Elawî.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê ragihand ku civîn bi sebeba nakokiya aliyên siyasî li ser kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî bo roja Şemiya tê hatiye paşdaxistin.
Ev yek ji aliyê Helbûsîyê serokê parlemana Iraqê û serokên Fraksiyonên siyasî va hatiye pêşniyarkirin.
Her ji niha ve Elawî navên kandîdatorên xwe radestî parlemanê kiriye da ku dengê dawiyê li bara wan bi dest bêxe.