Amerîka Sekreterê giştî yê Hizbullaha Iraqê xiste nav lîsteya Boykotan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313578-amerîka_sekreterê_giştî_yê_hizbullaha_iraqê_xiste_nav_lîsteya_boykotan
Wezareta xîznedariya Amerîkayê şeva borî ragihand ku Sekreterê giştî yê Hizbullaha Iraqê xistiye nav lîsteya Boykotan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2020 06:21 Asia/Tehran
  • Amerîka Sekreterê giştî yê Hizbullaha Iraqê xiste nav lîsteya Boykotan

Wezareta xîznedariya Amerîkayê şeva borî ragihand ku Sekreterê giştî yê Hizbullaha Iraqê xistiye nav lîsteya Boykotan.

Li gor Fars Newsê, Wezareta xîznedariya Amerîkayê bi weşandina daxyaniyekê şeva borî ragihand ku  Sekreterê giştî yê Hizbullaha Iraqê Ehmed Hemdawî  xistiye nav lîsteya Boykotan.

Çend rojan berî viya berdevkê Yekîneyên Hizbullaha Iraqê Cefer El-Huseynî jî gotibû: Hewldanên ji bo derxistina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê berdewam dike û hêzên berxwedanê mijûlî hilkolandina bijareyên pêwîst ji bo vê yekê ne.

Piştî şehîdbûna serdar Qasimê Silêmanî û ebûmehdî el-Muhendis di encama kiryara terorîstî ya Amerîkayê li Bexdayê, xelkê Iraqê û kom û grûpên curbicur li vî welatî dixwazin ku Amerîka hêzên xwe ji Iraqê derxîne. 

Serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeya roja înê sêyemê Çileya 2020 ku ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, ligel Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê ketin ber êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê û şehîd bûn.