Serokwezîrê Iraqê lidarxistina hilbijartinên zûdem piştrast kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313527-serokwezîrê_iraqê_lidarxistina_hilbijartinên_zûdem_piştrast_kir
Muhemed Tufîq Elawî ku wezîfedar bûye dewleta nû ya Iraqê pêk bîne, sozda ku hilbijartina parlemanê li demeke nêzîk de û herî zêde heya salekê li dar bêxe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2020 06:30 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê lidarxistina hilbijartinên zûdem piştrast kir

Muhemed Tufîq Elawî ku wezîfedar bûye dewleta nû ya Iraqê pêk bîne, sozda ku hilbijartina parlemanê li demeke nêzîk de û herî zêde heya salekê li dar bêxe.

Li gor IRIB newsê, serokwezîrê nû yê Iraqê duh li rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî: Dewleta veguhestinê sozdar dibe ku hilbijartina zûdem a parlemana Iraqê herî zêde heya saleke din lidar bêxe  û pêngava ewil a dewleta nû ya Iraqê jî di vê çarçovê de ye ku hilbijartineke zelal û saxlem li welêt lidar bêxe daku xelk nûnerên xwe yên rastîn hilbijêrin.

Elawî got: Dewleta wî soz dide ku gişt îmkan û rewşan ji bo hilbijartina zûdem û saxlem li dema ku Komîsiyona Hilbijartinan diyar dike lidar bêxe.

Biryar e civîna lezgîn a parlemana Iraqê ji bo dayîna dengê baweriyê bo wezîrên pêşniyarkirî ji aliyê Elawî roja pêncşemê li dar keve.