Mescidî: Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên iraqiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313453-mescidî_Îran_piştgiriyê_dide_xwestekên_qanûnî_yên_iraqiyan
Balyozê Îranê li Bexdayê teqez kir: Çarenivîsa Iraqê gelê vî welatî kivş dikin û Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên vî gelî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2020 14:58 Asia/Tehran
  •  Mescidî: Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên iraqiyan

Balyozê Îranê li Bexdayê teqez kir: Çarenivîsa Iraqê gelê vî welatî kivş dikin û Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên vî gelî.

 Îrec Mescidî balyozê Îranê li Bexdayê li gotûbêja bi televîzyona iraqî ya El-Firatê re ku roja Şemiyê hat weşandin li bara nêzîkbûna ragihandina pêkhateya kabîna nû ya Iraqê bi serokwezîrtiya Muhemed Tewfîq Elawî got: "Her dewleta ku li Iraqê li gor qanûna bingehîn bê ser desthilatê dê ji aliyê Îranê  a bê piştgirîkirin."

 Balyozê Îranê li Bexdayê her wiha bal kişand ser vê yekê ku terora serdar Sulêymanî fermandê şehîd ê hêza Qudsê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî, mahiyeta terorîstî ya dewleta Emerîkayê eşkere kir û got: "Êrişa Îranê ser meqera emerîkî  li Iraqê, bersivek bona berevaniya ji xwe bû."

 Mescidî tevî pêşwaziya ji berfirehkirina peywendiyên Îranê bi hemî welatên cîran ji wan Erebistanê, destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê daxwaza çareserkirina meselan bi Riyazê re dike. 

 Wî her wiha bal kişand  ser xwenîşandana gelanî li Iraqê û destnîşan kir: Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî û çaksaziyên gelê Iraqê lê xirabkariyên alzoîçêkeran û destdirêjiya ser wan ser sazî û taximên dîplomatîk mîna êrişa ser konsûlxana Îranê li Necef û Kerbelayê red dike. 

 Balyzoê Îranê li Bexadyê bi pêşewaziya ji plana  parlemana Iraqê li bara derketina eskerên emerîkî ji Iraqê û ser plêwîstiya yekitiya komên iraqî li vê barê teqez kir.