Ellawî ji ber astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabîna Iraqê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313371-ellawî_ji_ber_astengîderxistina_ser_rêya_pêkanîna_kabîna_iraqê_rexne_kir
Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabîna Iraqê ji hin alîyan bi hegera astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabînê rexne kir û aşkere kir ku ew dê roja Duşemê kabîneya nû pêşkêşî Parlimanê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2020 05:25 Asia/Tehran
  • Ellawî ji ber astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabîna Iraqê rexne kir

Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabîna Iraqê ji hin alîyan bi hegera astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabînê rexne kir û aşkere kir ku ew dê roja Duşemê kabîneya nû pêşkêşî Parlimanê bike.

Serokwezîrê Rasipardî yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî, di gotereke televîzyonî de bo gelê Iraqê, daxwaz ji parlamentoya wî welatî kir, roja Duşema bê deng bide kabîneyê û got ku Wezîrên kabîna xwe ji nav kesên hêja û layiq bijartine û planek jibo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê heye lê hin alî astengîyan ser rêya pêkanîna kabînê derdixin.

Mihemed Tofîq Ellawî, di wê gotara xwe de hişyarî da eger kabîna nû ya Iraqê neyê pêkanînê, hin alî yê jibo demdirêjkirina qeyranê li Iraqê kar bikin û diqewime ku ew yeka bibe sedema birêketina xwepêşandanên bihêztir û berfirehtir.

Mihemed Tofîq Ellawî spasiya xwepêşanderan kir û soz da ku kujerên xwenîşanderan bişopîne.