Hevdîtinên Helbûsî digel rayerarên YNKê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313287-hevdîtinên_helbûsî_digel_rayerarên_ynkê
Serokê Parlimana Iraqê çû Silêmaniyê û bi serkirdeyên YNKê ra li ser pêwendiyên kurd û erebên sune li Iraqê û pêkanîna dewleta nû axivî.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Sibat 17, 2020 05:28 Asia/Tehran
  • Hevdîtinên Helbûsî digel rayerarên YNKê

Serokê Parlimana Iraqê çû Silêmaniyê û bi serkirdeyên YNKê ra li ser pêwendiyên kurd û erebên sune li Iraqê û pêkanîna dewleta nû axivî.

Şîrko Mîrweys, nûnerê YNKê got ku Serokê Parlimana Iraqê Yekşemiyê, 16ê Sibatê li Silêmaniyê ji aliyê nûnerên YNKê va hat pêşwazîkirin û bi Lahûr Şêx Cengî endamê Konseya serokatiya YNKê û hin rayedarên din ên YNKê ra civiyaye.

Wî got ku di vê hevdîtinê da mijara damezirandina dewleta nû ya Iraqê ji aliyê Mihemed Tewfîq Elawî va hatiye hilkolandin  ûli ser helhelwêstya kurdan derbarê beşdariya di dewletê û parastina mafên hemî bereyên welêt û pêkhatina dewleteke bihêz û xizmetkar pêgirî hat kirin.

Mîrweys got: Di vê civînê da hat ragihandin ku divê Elawî û deêeta Iraqê cihanîna xwestekên gel û neraziyan bixin ewiliyetê.

Li gorî gotina Mîrweys têkilliyên Kurdan û erebên sunî li Iraqê ji mijarên din bû û hat ragihandin ku divê du alî hevkariya xwe jibo serêxwegirtina armancên mezintir û pêkanîna aştî  ûaramiyê zêde bikin û beşdariya hemî bereyên şîe, sunî, kurd û yên din di pêkhateya dewleta navendî, misogerkirê aramiyê li Iraqê hat zanîn.