Operasyona li dijî terorîstî ya artêşa Iraqê li Kerkûk û Enbarê
Sibat 16, 2020 14:04 Asia/Tehran
Hêzên artêşa Iraqê operasyona li dijî terorîstî ya nû li parêzgehên Kerkûk û Enbarê cih anîn.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mehr News`ê, hêzên artêşa Iraqê li vê operasyonê meqerên endamên mayî yên DAIŞê li hin navçên parêzgehên Kerkûk û Enbarê dan ber êrişan.
Heta niha li vê operasyonê hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û hejmarek ji birîndar bûne.
Artêşa Iraqê roja pêncşemiyê jî komeka terorîstî li bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê vî welatî têk bir.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicur ên vî welatî de hene û bi awayekî berbelav operasyonên terorîstî cih tînin.