Li Bexdayê balyozxaneya Amerîkayê kete ber 8 mûşekên Katyoşayê
Sibat 16, 2020 12:21 Asia/Tehran
Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kete ber 8 mûşekên Katyoşayê.
Li gorî çavkaniyê, 4 mûşek ji herêma navbera Cemîle û Talibiyê, mûşekek ji Zaferaniye û 3 mûşek jî ji devera Zeyûnayê hatine avêtin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çend xulekan piştî êrîşê, êrîşeke din li ser navendeke lojistîk a Heşdî Şabî ya li kolana Filestîn, pêk hat.
Ji aliyê xwe ve berdevkê Koalîsyona Navdewletî li Twitterê ragihand ku, seat 3:24 sibeha yekşemê, mûşekên biçûk bi ser baregehekê li herêma Kesk û hêzên Koalîsyonê hatin avêtin, lê ti kes nehat kuştin an birîndar nebû.