Li Bexdayê balyozxaneya Amerîkayê kete ber 8 mûşekên Katyoşayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313256-li_bexdayê_balyozxaneya_amerîkayê_kete_ber_8_mûşekên_katyoşayê
Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kete ber 8 mûşekên Katyoşayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2020 12:21 Asia/Tehran
  • Li Bexdayê balyozxaneya Amerîkayê kete ber 8 mûşekên Katyoşayê

Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kete ber 8 mûşekên Katyoşayê.

Li gorî çavkaniyê, 4 mûşek ji herêma navbera Cemîle û Talibiyê, mûşekek ji Zaferaniye û 3 mûşek jî ji devera Zeyûnayê hatine avêtin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çend xulekan piştî êrîşê, êrîşeke din li ser navendeke lojistîk a Heşdî Şabî ya li kolana Filestîn, pêk hat.

Ji aliyê xwe ve berdevkê Koalîsyona Navdewletî li Twitterê ragihand ku, seat 3:24 sibeha yekşemê, mûşekên biçûk bi ser baregehekê li herêma Kesk û hêzên Koalîsyonê hatin avêtin, lê ti kes nehat kuştin an birîndar nebû.