Serokwezîrê Iraqê dema ragihandina kabînê aşkira kir
Sibat 16, 2020 05:42 Asia/Tehran
Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê ragihand ku ew dê vê hefteyê kabînê ragihîne.
Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê bi rêya twitterê ragihand ku em nêzîkî destkevteke dîrokî dibin ku ew jî pêkanîna kabîna nû ya serbixwe ye ku ji mirovên kara û destpak pêk tê û bi alîkarî û heskirina Xwedê ez dê vê hefteyê lîsta wezîran dûr gotegotan ragihînim.
Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê herwiha got: Hêvîdar im Parlimanter dengê pêbawerîyê bidin kabînê jibo destpêkirina dabînkirina daxwazên gel.
Ligorî xala 76 a Destûra Bingehîn a Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê heta serê meha Adarê dem heye ku kabînê ragihîne û dengê pêbawerîyê li Parlimanê bidest bixe.