5 fermandê DAIŞ`ê li Mûsilê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313236-5_fermandê_daiŞ_ê_li_mûsilê_hatin_girtin
Fermandê operasyona parêzgeha Neynewayê li bara girtina pênc fermandên DAIŞ`ê li Mûsilê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 15, 2020 14:03 Asia/Tehran
  • 5 fermandê DAIŞ`ê li Mûsilê hatin girtin

Fermandê operasyona parêzgeha Neynewayê li bara girtina pênc fermandên DAIŞ`ê li Mûsilê agahî dan.

 Li gorî rapora Fars News`ê,serheng Salih Şerîfî fermandê operasyona Neynewayê roja şemiyê raghand ku pênc fermandên DAIŞ`ê li navça kevn a Mûsilê li bakurê Iraqê hatine girtin ku du kes ji wan sûrî ne. 

 Fermandê operasyona Neynewayê li vê barê got: Hêzên îstixbaratî yên Neynewayê bi kemînkirina li navça kevn a Faroqê karîn ku van pênc DAIŞ`iyan bigrin. Demlidest piştî girtina van pênc DAIŞiyan, çekên sivik ên dengbirr ên van kesana hat zewtkirin. 

 Seheng Şerîfî di dewamê de got ku hêzên ewlehiyê ev pênc DAIŞî bo jêpirsî û radestkirina bo Teşkîlata Dadweriyê birin meqera operasyona parêzêgeha  Neynewayê.