Meşa alîgirên Tevgera Sedr a Iraqê bona piştgiriya ji nirxên dînî
Piştî daxûyaniya Muqteda Sedr, rêberê tevgera Sedra Iraqê derheq parastina erzişên olî, bi hezaran alêgirên vê tevegrê li bajarên Bexda, Necef û Besreyê meş li dar xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, praniya kesên ku beşadrê vê meşê bibûn, jin bûn û îhaneta li nirxên olî şermrzar kirin.
Xwenîşanderên Bexdayê tevlî neraziyên meydana Tehrîrê bûn û sloganên derheq yekitiya civaka Iraqê û piştgiriya ji rêberên olî avêtin.
Rêberê tevgera Sedrê pêncşemiya buhurî weke berteka li hember daxûyaniyên neexlaqî ku birayre ser navê xwenîşandana li Iraqê bê lidarxistin, teqez kir, dê îzna fanatîzma olî û bêexlaqiyê nede.
Bajarên curbicure Iraqê ji 25 Cotmeha buhurî va heta niha şehedê lidarxistina xwenîşandana gelanî bûne.
Cimaeta nerazî rewşa miaşê, xizmetên civakî û gendeliya berfireh protesto dikin.