Hevdîtina balyozê Emerîkayê bi alîkarê serokwezîrê raspardeyî yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313199-hevdîtina_balyozê_emerîkayê_bi_alîkarê_serokwezîrê_raspardeyî_yê_iraqê
Balyozê Emerîkayê li Bexdayê bi alîkarê serokwezîrê raspardeyî yê Iraqê re hevdîtin pêk anî û li bara hewldanên têkildarî damezrandina dewleta nû ya vî welatî gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2020 13:39 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina balyozê Emerîkayê bi alîkarê serokwezîrê raspardeyî yê Iraqê

Balyozê Emerîkayê li Bexdayê bi alîkarê serokwezîrê raspardeyî yê Iraqê re hevdîtin pêk anî û li bara hewldanên têkildarî damezrandina dewleta nû ya vî welatî gotûbêj kir.

 Di vê hevdîtinê de peywendiyên dualî yên Iraq û Emerîkayê û riyên berfirehkirin û xurtkirina van peywendiyan gotûbêj hatkirin. 

 Li vê hevdîtinê her wiha rewşa siyasî ya navçê û Iraqê û her wiha hewldanên têkildarî damezrandina dewleta nû ya Iraqê bi serokwezîrtiya Muhemed Tofîq Elawî hat hilkolandin. 

 Li vê barê Fuad Huseyn teqez kir ku rewşa hestyar a Iraqê hevceyî heye bi damezrandina dewleta neteweyî ku xwestekên   çîn û qatên curbciure Iraqê cih tîne û rewşê bo lidarxistina hilbijartinên seranserî bi beşadriya hemî pêkhateyên gelê Iraqê xweş bike.