Bêtirî 10 kuştî û birîndar li encama teqîna terorîstî ya Xaneqîna Iraqê
Li encama teqîna terorîstî li derdora bajarê Xaneqînê ser bi parzêgeha Diyala Iraqê, zêde ji 10 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora televîayona Someriye li encama êrişa terorîstan ser komek ji welatiyan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li derdora gundê Behar Taze nêzîkî bajarê Xaneqînê, 2 xelkê sivîl ku mêrek tev kurê xwe bû, canê xwe ji dest dan.
Her wiha dema valakirina goriyên vê êrişa terorîstî li encama teqîna bombeyekê,11 kes birîndar bûn.
Li gor rapora çavkaniyên iraqî, li nav birîndaran, çar hêzên ewlehiyê yên artêşa Iraqê ji wan efserek heye.
Koma terorîstî ya DAIŞê vê dawiyê, hin êriş hebûne ser navendên ewlehiyê û eskerî bi taybet li parêzgehên Diyalê li rojhilat û Selahedînê û Kerkûkê li bakurê Iraqê.
Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn hejmarek ji endamên vê koma terorîstî li navçên curbicure vî welatî de ne û bi awayê berbilav dest bi êrişên terorîstî dikin.