Mihemed Tofîq Ellawî yekşema bê desteya kabîneya xwe bide nasandin
Serokê Hevpeymaniya parlemanî ya Beyariq el-Xeyr ragihand ku serokwezîrê raspartî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî, dê di roja yekşemiya bê de desteya kabîneya xwe ji parlemana Iraqê re bide nasandin.
Serokê Hevpeymaniya parlemanî ya Beyariq el-Xeyr Muhemed El-Xalidî got ku wezîrên nû yên dewleta Iraqê diyar bûne û Elawî di dema wededayî wê kabîneya xwe ji parlemana Iraqê re bide nasandin.
El-Xalidî got: Elawî wê serokomar Berhem Salih û serokwezîrê birêvebirina karûbaran ê Iraqê Adil Ebdulmehdî derheq vê meselê agahdar bike û ji parlemanê bixwaze ku rûniştineke lezgîn ji bo dengdayîna bo wezîrên nû li dar bêxe.
Serokê Hevpeymaniya parlemanî ya Beyariq el-Xeyr herwiha got: Hin kom û grûp li parlemanê li dijî serokwezîriya Mihemed Tofîq Ellawî zext û zorê tînin, lê eva bê encam e.
Serokomarê Iraqê Berhem Salihşembiya hefteya borî piştî du mehan dijberî û rageşiyan û nakokiyên siyasî aqubet Mihemed Tofîq Ellawî wek serokwezîrê nû erkdar kir ku kabîneya nû ya dewleta Iraqê pêk bîne.
Dewleta Elawî wezîfedar e li mideha şeş meh heya salekê Hilbijartinên berî demê li dar bêxe.