NATO, erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê dîsa despê dike
Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg got: “Wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê îro daxwaza serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku NATO erkên xwe yên perwerdekirinê li Iraqê dîsa despê bike, qebûl kirin.”
Stoltenberg di civîna çapemeniyê de, got: "Me îro (çarşem) rewşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afîkayê nîqaş kir. Şer azaran tîne û ji bo me jî kêşe ye. Lewra NATO di dirêjahiya salên derbasbûyî de mudexeleya herêmê kir. Îro hevalbendan carek din piştgiriya xwe ji prosesa perwerdekirinê ya NATO`yê li Iraqê dubare kir. NATO`yê bi erêkirina hikumeta Iraqê û vexwendina wê li Bexdadê ye. Em ê li wir (Iraqê) bimînin madem hikumeta Iraqê dihêle. Têkiliyên me bi hikumeta Iraqê re hene. Armanca me jî ew ku karînên hêzên Iraqê zêde bikin da ku tenê kar bikin."
Sekreterê giştî yê NATO`yê got: "Li ser bingeha şêwiriya bi hikumeta re em hevkariyê dikin. Em hewl didin şêwirî û şîretan li wan bikin. "
Stoltenberg ev tişt destnîşan kir: "Em piştgirî û desteka hêzên Iraqê dikin. Da ku bihêztir bibin û li hember DAIŞ`ê tê bikoşin. Ez bawer im ku hêzên Iraqê wê tîne cih. Tu planên me tune ne ji bo ku em li Bexdadê bimînin. Armanca ew e ku em teqez bibin ku hêzên Iraqê dikar xwe biparêzin."
Sekreterê giştî yê NATO`yê herwiha got: “Wezîrên parastinê yên dewletên endamên NATO`yê roja pêncşemê (îro) li rûniştina xwe ya Brûkselê pirsên li Efxanistan, rawestana li ber DAIŞê û erka desteya perwerdekirinê ya NATO`yê li Iraqê û rola vê rêxistinê li Rojhilata Navîn niqaş dikin.