Kirîna Enerjiyê ji Îranê ji bo Iraqê cardin hat azadkirin
Wezareta Xizîndariyê ya Amerîkayê cardin kirîna gaz û ceryanê (elekterîkê) ji Îranê ji bo Iraqê bona 45 rojên din azad kir.
Li gor Servîsa Şefeqna ji zarê New York Timesê ragihand ku du rayedarên iraqî pêgîrî kirin ku Wezareta Xizîndariyê ya Amerîkayê cardin îzna kirîna ceryan û gazê ji Îranê daye Iraqê û ev welat heya 45 rojên din jî dikare kirîna enerjiyê ji Îranê berdewam bike bêyî ku bikeve ber boykotên amerîkî.
Rayedarekî iraqî ku nexwest navê wî eşkera bibe got: Waşîngtonê îzna hanê bi vê şertê daye Bexdayê ku dewleta Iraqê projeyeke zelal ji bo kêmkirina girêdayîbûna xwe li enerjiya Îranê bide diyarkirin, lê belê aqubet ev îzna da Bexdayê û di vî halî de li gor ragihandina dewleta Amerîkayê ger projeya hanê jî diyar bibe Waşîngton wê cardin jî bona demeke dirêj wê îzna kirîna enerjiyê ji Îranê bide Bexdayê.