Serokê Meclisa Iraqê û Sefîrê Tirkiyê berfirekirina pêwendiyên dualî girîng nirxandin
Serokê Meclisa Iraqê û Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê li ser girîngiya berfirekirin û qahêmkirina riyên hevkariyên du welatan li gor berjiwendiyên dualî pêgîrî kirin.
Li gor Kurdpressê, Buroya ragihandinê ya serokê Meclisa Iraqê Muhemed Helbûsî bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wî duh mazûvaniya sefîrê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildîz kir û pêre ser rewşa navçê û pêwendiyên du welatan gotûbêj kir.
Li gor vê daxuyaniyê Helbûsî û Yildîz di vê hevdîtina xwe de li ser girîngiya berfirekirin û qahêmkirina riyên hevkariyên du welatan li gor berjiwendiyên dualî pêgîrî kirin.
Serokê Meclisa Iraqê û Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê herwiha di vê hevdîtinê de hin dosiye û belgeyên eleqedarê du welatan hilkolandin û li ser çaresriya pirsgirêkan sekinîn.