Hizbullaha Iraqê ser pêwîstiya heyfistandina ji Amerîkayê pêgirî kir
Berdevkê Gurdanên Hizbullaha Iraqê got: Hizbullah mafê xwe dizane ku tola cinayeta amerîkiyan a şehîdkirina serdarên Berxwedanê bistîne.
Mihemed Muheyî, Berdevkê Gurdanên Hizbullaha Iraqê di merasima rêzgirtina li çilema Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Mihendis Alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) li Bexdayê destnîşan kir: Heke amerîkî berovajiya meyl û xwesteka gelê Iraqê li ser mayîna hêzên xwe yên dagîrker li Iraqê pêgirî bikin, Hizbullah dê bi hêz û vîna xwe dijî wan bisekine.
Berdevkê Gurdanên Hizbullaha Iraqê her wiha daxwaza betalkirina lihevkirinameya stratejîk tev Amerîkayê kir û ji dewleta nû ya Iraqê xwest ku jibo parastina desthilata neteweyî û nebûna her cûre mehneyekê jibo zêdekirin an bicihkirina hêzan û çêkirina baregehên nû yên leşkerî, pesendnameya Parlimana Iraqê jibo derxistina hêzên amerîkî cih bîne.
Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku berbanga roja Îniyê, 3ê Çileya 2020'ê, li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, hevrê digel Ebu Mehdî Mihendis Alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) û 8 kesên din di encama êrîşa esmanî ya hêzên destdirêjker û têrorîst ên amerîkî li ser firokexaneya Bexdaya Iraqê, şehîd bûn.
Piştî terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, 5 çillê plana derxistina eskerên emerîkî ji axa Iraqê pejrand.