Hekîm: Înqilaba Îslamî hevsengiyeka nû li navçeyê pêk aniye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313077-hekîm_Înqilaba_Îslamî_hevsengiyeka_nû_li_navçeyê_pêk_aniye
Serokê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê destnîşan kir ku Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Îmam Xumeynî (Re) karî tevî hebûna hemî komployên 40 salên berê, hevsengiyeka nû li Rojavaya Asya û Cîhanê pêk bîne.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Sibat 11, 2020 05:14 Asia/Tehran
  • Hekîm: Înqilaba Îslamî hevsengiyeka nû li navçeyê pêk aniye

Serokê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê destnîşan kir ku Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Îmam Xumeynî (Re) karî tevî hebûna hemî komployên 40 salên berê, hevsengiyeka nû li Rojavaya Asya û Cîhanê pêk bîne.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Emar Hekîm, Serokê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê Duşemiyê tevî amajeya bi hevdemiya Çil û yekemîn Salvegera Serketina mezin a Înqilaba Îslamî û Çilemnî roja şehîdbûna Serdar Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Mihendis Alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî got: Ev serdarên şehîd ji destkeftî û behreyên Înqilaba Îslamî ya Îranê ne.

Serokê tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê got: Jidestdana van serdarên şehîd ên Bereya Berxwedanê ziyaneke mezin bûye, lê Înqilaba Îslamî bin meş û stratejiya ku resimandiye, dikare gellek serdaran jibo vê Înqilabê perwerde bike.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku berbanga roja Îniyê, 3ê Çileya 2020'ê, li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, hevrê digel Ebu Mehdî Mihendis Alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) û 8 kesên din di encama êrîşa esmanî ya hêzên destdirêjker û têrorîst ên amerîkî li ser firokexaneya Bexdaya Iraqê, şehîd bûn.

Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi hilweşandina Pergala paşatiyê bi ser ket.

11ê Sibata 2020an Çil û yekemîn Salvegera Serketina mezin a Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.