Operasiyona Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê li navçeya Cezîrê dest pê bû
Rêxistina Heşda şeibiyê ya Iraqê qala destpêbûna operasiyona berfireh a nû li dijî têrorîstan li navçeya Cezîrê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê rojavaya Iraqê bi beşdariya artêşa vî welatî ki.r
Li gorî rapora Fars Newsê, Rêxistina Heşda şeibiyê ya Iraqê îro Duşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi mebesta paqijkirina navçeya Cezîrê li parêzgeha Nêynewayê ji dagîrkeriya bermayiyên DAIŞê û paqijkirina wê, operasiyoneke nû bi hevahengiya artêşa Iraqê dest pê kiriye.
Di daxuyaniya Rêxistina Heşda şeibiyê ya Iraqê da hatiye, di vê operasiyonê hêza esmanî ya artêşa Iraqê û yekîneya endazyariya leşkerî û dijî-zirxî ya Rêxistina Heşda şeibiyê ya Iraqê jî beşdar in.
Tevî ku koma têroîrst a DAIŞê li Iraqê têk çûye, lê bermahiyên vê komê hema wisa li vî welatî hene û operasiyona hêzên iraqî û Tevî ku koma têroîrst a DAIŞê li Iraqê di paqijkirina navçeyên cûrbicûr ên vî welatî ji hebûna komên têrorîst di qonaxên cûrbicûr da hema wisa didome.