Daxwazaiya sê welatan ji Iraqê bona kivşkirina cedwela demê ya derketina hêzan
Komîsyona Ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê eşkere kir ku sê welatên endamê hevalebndiya navdewletî ji Iraqê xwestine ku bila bona derketina hêzên wan ji vî welatî cedwela demê kivş bike.
Bedr El-Ziyadî, endamê Komîsyona Ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê got ku sê welatên Firansa, Almanya û Awistralya bi fermî ji fermandetiya operasyona hevpar xwestine ku bila bona derketina hêzên wan ji vî welatî cedwela demê kivş bike.
El-Ziyadî li hevpeyvîna bi Ajansa nûçan a fermî ya Iraqê ra got ku hemî hêzên hevalbendiya navdewletî operasyonên xwe wek yekim pêngava derketina hêzan ji Iraqê rawestandine.
Wî her wiha got: dewleta pêşerojê berpirsa amadekirina cedwela demê bo derketina hêzên biyanî tevî hebûna meqerên eskerî li hin navçan bi taybet Herêma Kurdistanê ye.
Endamê Komîsyona Ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê amaje kir ku niha tu liv û tevgerek an firînek ji aliyê hêzên hevalbendiya navdewletî va tine.
Wî li bara mayîna hêzên Tirkiyê li bajarê Mûsilê jî got: Hêzên Tirkiyê di nava hêzên hevalbendiya navdewletî de nînin û tu hevhatinnameyeke eskerî ya stratejîk bi aliyên Tirkiyê re tine loma biryara derxistina hêzên Tirkiyê ji Iraqê ser milê dewleta Iraqê ye û dewlet bo derxistina van hêzana divê hin biryaran bide.
Piştî terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, 5 çillê plana derxistina eskerên emerîkî ji axa Iraqê pejrand.