Daxwazaiya sê welatan ji Iraqê bona kivşkirina cedwela demê ya derketina hêzan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313059-daxwazaiya_sê_welatan_ji_iraqê_bona_kivşkirina_cedwela_demê_ya_derketina_hêzan
Komîsyona Ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê eşkere kir ku sê welatên endamê hevalebndiya navdewletî ji Iraqê xwestine ku bila bona derketina hêzên wan ji vî welatî cedwela demê kivş bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2020 12:17 Asia/Tehran
  • Daxwazaiya sê welatan ji Iraqê bona kivşkirina cedwela demê ya derketina hêzan

Komîsyona Ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê eşkere kir ku sê welatên endamê hevalebndiya navdewletî ji Iraqê xwestine ku bila bona derketina hêzên wan ji vî welatî cedwela demê kivş bike.

Bedr El-Ziyadî, endamê Komîsyona Ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê  got ku sê welatên Firansa, Almanya û Awistralya bi fermî ji fermandetiya operasyona hevpar xwestine ku bila bona derketina hêzên wan ji vî welatî cedwela demê kivş bike.

 El-Ziyadî li hevpeyvîna bi Ajansa nûçan a fermî ya Iraqê ra got ku hemî hêzên hevalbendiya navdewletî operasyonên xwe wek yekim pêngava derketina hêzan ji Iraqê rawestandine. 

 Wî her wiha got: dewleta pêşerojê berpirsa amadekirina cedwela demê bo derketina hêzên biyanî tevî hebûna meqerên eskerî li hin navçan bi taybet Herêma Kurdistanê ye. 

Endamê Komîsyona Ewlehî û berevaniyê ya parlemana Iraqê amaje kir ku niha tu liv û tevgerek an firînek ji aliyê hêzên hevalbendiya navdewletî va tine. 

 Wî li bara mayîna hêzên Tirkiyê li bajarê Mûsilê jî got: Hêzên Tirkiyê di nava hêzên hevalbendiya  navdewletî de nînin û tu hevhatinnameyeke eskerî ya stratejîk bi aliyên Tirkiyê re tine loma biryara derxistina hêzên Tirkiyê ji Iraqê ser milê dewleta Iraqê ye û dewlet bo derxistina van hêzana divê hin biryaran bide.

Piştî terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, 5 çillê plana derxistina eskerên emerîkî ji axa Iraqê pejrand.