Destpêbûna derketina hêzên emerîkî ji Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313058-destpêbûna_derketina_hêzên_emerîkî_ji_iraqê
Endamê komîsyona ewlehî û berevaniyê li parlemana Iraqê li bara destpêbûna derketina eskerên terorîst yên emerîkî ji hin meqerên vî welatî li Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 10, 2020 12:05 Asia/Tehran
  • Destpêbûna derketina hêzên emerîkî ji Iraqê

Endamê komîsyona ewlehî û berevaniyê li parlemana Iraqê li bara destpêbûna derketina eskerên terorîst yên emerîkî ji hin meqerên vî welatî li Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Elî Qanemî, endamê komîsyona ewlehî û berevaniyê li parlemana Iraqê îro Duşemiyê li nav koma nûçegîhanan got: Eskerên emerîkî derketina ji çend meqerên xwe yên eskerî li Iraqê destpê kirine û îsrarê dikin ku li du meqerên Hewlêr û Eyn Esedê de bimînin lê gel û parlemana Iraqê ser derketina wan ji hemî meqeran teqez dikin. 

Piştî terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, 5 çillê plana derxistina eskerên emerîkî ji axa Iraqê pejrand.