Mescidî: Komara Îslamî ya Îranê yekem pergala demokratîk a dînî ye
Balyozê Îranê li Iraqê got: Komara Îslamî ya Îranê yekem pergala demokratîk a dînî di dîroka hevçerx da ye.
Îrec Mescidî, Balyozê Îranê li Iraqê roja Yekşemiyê di rêûrisma cejna salvegera serketina Înqilaba Îslamî û Çilemîn roja şehîdbûna serdar sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê berê yê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê berê yê Serokê Heşda Şeibiya Iraqê û 8 kes ji hevriyên wan li Bexdayê her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê tevî hebûba cûreyên komployan û dijminatiya zorbêjên cîhanê û di serê wan da Amerîka, çil û yekemîn salvegera damerzirandina yekem pergala li gorî demokrasiya sînî pîroz dike.
Mescidî destnîşan kir: Mixabin rayedarên Amerîkayê bêyî derswergirtina ji yên beriya xwe bi rêbaza teror, xerakirin û boykotan dijî gelê Îranê rabûne, lê bila ewna bizanin ku ev kiryarên wan dê hîç bandorekê di riya gelê Îranê neke.
Li Merasima cejna salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê li Bexdayê, rayedarên û berpirsên siyasî û leşkerî, serokên siyasî, nûnerên parlimanê û komên cûrbicûr ên gelanî, melayên şîe û sune, serokeşîrêîn Iraqê û balyozên welatên din beşdar bûbûn.