Balyozê Îranê li Bexdayê: Iraqê roleke avaker li rojavaya Asyayê heye
Balyozê Komara islamî ya Îranê li Bexdayê got: Iraqê roleke avaker li rojavaya Asyayê heye.
Îrec Mescêdî Balyozê Komara islamî ya Îranê li Bexdayê di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Fermî ya Iraqê de bi gotina vê yekê ku serdar sipehbod Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî biryar bû dema seredana bexdayê peyama Îranê ya bo Erebistanê radestî dewleta Iraqê bike, dîyar kir: Peyama Îranê têkoşîna dijî têrorîsmê û berfirekirina aştî û istiqrar û ewlehîyê li herêmê bû.
Mescêdî herwiha êrişa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ser baregeha hêzên amerîkî ya Eyn ul Esedê bibîr xist û pêgirî kir: Bijartina wê baregehê jibo êrişê ne bi wateya binpêkirina serwerîya Iraqê ye belkî bersivek himberî kiryara Amerîkayê bû ku li axa Iraqê şehîd Qasim Silêmanî û şehîd Ebûmehdî Muhendis kirin armanc.