Bangewazîya Hevalbendîya Sairûnê jibo civîna netewî ya jibo derxistina hêzên amerîkî
Hevalbendîya Sairûnê ya Iraqê xwest ku civîna netewî ya berfire ya hilkolandina plana derxistina hêzên amerîkî ji axa Iraqê were lidarxistinê.
Fraksyona Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê ji hemî komên sîyasî, partî, qewm û mezhebên curbicur ên vî welatî xwest ku civîneke berfire jibo hilkolandina biryara derxistina hêzên amerîkî ji axa wî welatî lidar bixin.
Ela Rebîyî yek ji rêvebirên hevalbendîya Sairûnê di vî warî de got: Hemî partî, etnîk, mezheb û kom divê jibo hevdengbûna têkildarî plana derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê ku li Parlimanê hatîye pejirandinê, di wê civînê de pişikdar bibin.
Wî herwiha got: Lihevkirina hemî alîyan jibo yekdengbûna têkilarî biryara Parlimanê ya derxistina hêzên amerîkî, yê bibe sedema lezandina demajoya derxistina gişt hêzên bîyanî ji welêt. Dewama hebûna wan hêzana gefan li ewlehî û istiqrara Iraqê dixwe.
Eva di halekî de ye ku Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê derbarê zextên Amerîkayê ser dewleta Iraqê û fermandeyên ewlehî yên vî welatî jibo ragirtina baregeha Eyn ul Esedê hişyarî da.