Bersiva Serokwezîrê nû yê Iraqê bo nameya têkildarî sê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312829-bersiva_serokwezîrê_nû_yê_iraqê_bo_nameya_têkildarî_sê_pirsgirêkên_herêma_kurdistanê
Nûnerekî Kurd li Parlimana Iraqêî destnîşan kir ku Serokwezîrê nû yê vî welatî gotiye ku çareserkirina hin kêşeyên têkildarî Herêma Kurdistanê ji mijarên sereke yên wî ye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Sibat 03, 2020 06:20 Asia/Tehran
  • Bersiva Serokwezîrê nû yê Iraqê bo nameya têkildarî sê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê

Nûnerekî Kurd li Parlimana Iraqêî destnîşan kir ku Serokwezîrê nû yê vî welatî gotiye ku çareserkirina hin kêşeyên têkildarî Herêma Kurdistanê ji mijarên sereke yên wî ye.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, Ehmed Hacî Reşîd, Serokê Franksiyona Komeleya Îslamî ya Kurdistanê li parlimana Iraqê êvara Yekşemiyê di hevpeyivîna digel ajansa fermî ya nûçeyan a vî welatî aşkira kir ku Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê erkdarkirî jibo damezirandina kabîneya nû ya dewleta federal bersiva nameyeka têkildarî hin pirsgirêkên Herêma Kurdistanê daye.

Ehmed Hacî Reşîd got: Mihemed Tewfîq Elawî bersiva nameyekê da ku sê rojan beriya erkdarbûna wî jêra hatiye şandinê û pêkhatî ji raberkirna pêşniyaran û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên meaşa karmendên Herêma Kurdistanê, dayîna deyna cotyarên herêmê û veguherîna hêzên Pêşmerge bo beşeka pêkhateya berevaniya Federal bû.

Ehmed Hacî Reşîd, Serokê Franksiyona Komeleya Îslamî ya Kurdistanê li Parlimana Iraqê gotiye ku Elawî di bersiva vê nameyê da ragihand ku dosyeyên navbirî ji ewiliyetê wî ne, di c dfa ne.