Tofîq Ellawî: Em dê pêbendê daxwazên xwenîşanderan bin
Berbijarê rasipardî jibo pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Iraqê ragihand ku ew dê pabendê dabînkirina daxwazên xwenîşanderan be û got: Em dê hikûmeteke dûrî parupişkdayînê pêk bînin.
Mihemed Tofîq Ellawî Berbijarê rasipardî jibo pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Iraqê di civîneke çapemenîyê de ragihand: Em dê hikûmeteke dadperwer û dûrî parupişkxwazîyê pêk bînin û pêbendê dabînkirina daxwazên xwenîşanderan bin û dîyar kir: Hikûmeta nû divê roleke bêalîyane li kêşeyên herêmî û navnetewî hebe û em rê nadin ku Iraq bibe meydana yekalîkirin û safîkirina wan kêşe û pirsgirêkan.
Ellawî soz da ku hikûmeta nû himberî gendelîyê bisekine û kesên berê destê wan di gendelîyê de hebûye radestî dadgehê bike. Wî herwiha basa wê yekê kir ku dê hewil bide hikûmeteke damezirandî pêk bîne û çek û rext jî yê tenê di destê dewletê da be û rê nade ku ew jibo tepeserkirina xwenîşanderan û rikeberîya navxweyî werin bikaranînê.
Piştî ku Mihemed Tofîq Ellawî ji hêla Serokomarê Iraqê Berhem alih ve jibo pêkanîna kabîna ya wî welatî hat rasipardinê, xwenîşanderên iraqî di daxûyanîyekê de berbijarkirina Ellawî ret dikin û dibêjin: Xwenîşandana me dijî bêdadî, gendelî û têrorê ye ne guhertina kesekî û danîna kesekî din dewsa wî.
Eva di halekî da ye ku Ajansa Nûçan a Sputnikê ya Ûrsêtê ji zarê çavkanîyekî pillebilind ê sîyasî ragihand ku Muqteda Sedir Serokê Hevalbendîya Sairûnê û Hadî Amirî Serokê Hevalbendîya Fethê wek fraksyonên xwedanê kursîyên herîzêde li Parlimana Iraqê liser berbijarkirina Ellawî bo pêkanîna kabîna nû ya hikûmeta Iraqê lihev kirin.