Netewên Yekbûyî piştgirî da Serokwezîrê nû yê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312805-netewên_yekbûyî_piştgirî_da_serokwezîrê_nû_yê_iraqê
Netewên Yekbûyî pêşwazî li biryara erkdarkirina Mihemmed Tofîq Ellawî bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2020 12:19 Asia/Tehran
  • Netewên Yekbûyî piştgirî da Serokwezîrê nû yê Iraqê

Netewên Yekbûyî pêşwazî li biryara erkdarkirina Mihemmed Tofîq Ellawî bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê kir.

Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê, di daxûyanîyekê derbarê biryara raspardina Mihemmed Tofîq Ellawî bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê de, got ku Mihemmed Tofîq Ellawî bi berpirsyariyeke mezin re rûbirû ye jibo cîbicîkirina daxwazên xelkê, encamdana çaksaziyan û herwiha pêkanîna kabîneya nû.

Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê, amaje bi xwepêşandanên li wî welatî kir û banga encamdana çaksaziyan û cîbicîkirina daxwazên rewa yên xwepêşanderan kir.

Jeanine Hennis-Plasschaertê herwiha, amajeyî rewşa aloz û zehmetiyan jî kir û ser piştevaniya Netewên Yekbûyî bo pêşxistina Iraqê û xelkê wî welatî sekinî.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih Wezîrê Ragihandinê yê berê Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina hikûmeta wî welatî, bi fermî erkdar kir.