Helbûsî û Elawî li ser pêkanîna dewleta reformkar li Iraqê sekinîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312793-helbûsî_û_elawî_li_ser_pêkanîna_dewleta_reformkar_li_iraqê_sekinîn
Serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî û serokwezîrê nû yê vî welatî Mihemed Tufîq Elawî duh di hevdîtinekê de li ser avakirina dewletekê ku reformên zav li welêt pêk bîne pêgîrî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2020 06:16 Asia/Tehran
  • Helbûsî û Elawî li ser pêkanîna dewleta reformkar li Iraqê sekinîn

Serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî û serokwezîrê nû yê vî welatî Mihemed Tufîq Elawî duh di hevdîtinekê de li ser avakirina dewletekê ku reformên zav li welêt pêk bîne pêgîrî kirin.

Wezîrê Berê yê Pêwendî û Gihandinê Mihemed Tufîq Elawî ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ji bo avakirina hikûmetê ew erkdar kiriye çû dîtinayiya serokê meclisa Iraqê Mihemed Helbûsî û pê re ser wezîfedarî û erkdariya xwe axivt.

Li gor daxuyaniya ofîsa Helbûsî, Di vê hevdîtinê de li ser avakirina dewletekê ku reformên zav li welêt pêk bîne  û xwestekên gelê Iraqê bêxe meriyetê pêgîrî bû.

Mihemed Tofîq Elawî şeva borî ragihand ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi fermî ji bo avakirina hikûmetê ew erkdar kiriye. Wî di peyameke wêneyî li Facebookê qedirzaniya Berhem Salih kir û soz da wê gişt hewla xwe bikar bîne ji bo lidarxistina hilbijartina zûdem  û pêkanîna dewleta nû li Iraqê.

Mihemed Tufîq Elawî, diyar kir ku ew e bi gendeliyê re rûbirê were  û her wiha daxwaza piştgiriya bi xwepêşanderan re kir.

Mihemed Tufîq Elawî yê sala 1954’an li herêma Kereda ya Bexdayê hatiye dinyayê, sala 1977’an çû Lubnanê.

Elawî li Beyrûdê li Zanîngeha Amerîkan Beşa Mîmartiyê xwend, piştî wê, li Brîtanyayê û Lubnanê ma.

Elawî  endamtiya Komîsyona Ekonomî û Civakê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir, di heman demê wezîfeya Şêwirmendiya Alîkariya Mirovî ya Mafên Mirovan a NY’ê jî bi rê ve bir.

Elawî bû endamê Partiya Dawa ya Îslamî , bi Ayad Elawî re sala 2005’an Lîsteya Lîberal a Iraqiyan ava kir.

Elawî ku sala 2006’an bû parlamenter, di salên 2006-2007’an de di kabîneya Malîkî de bû Wezîrê Pêwendî û Gihandinê.

Mihemed Tufîq Elawî sala 2010’an jî bû Wezîrê Pêwendî Gihandinê, sala 2012’an ji ber pirsgirêkên bi Nûrî Malikî re dest ji wezîfeya xwe berda.