Seyd Emar Hekîm: Quds nasnama misilmanan e
Serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê bi şermezarkirina plana rêgezperestane ya Danûstandina Serdemê teqez kir: Serokkomarê Emerîkayê divê bizane ku Quds howiyeta misilmanan e û tu carî dê dev jê bernedin.
Li gorî rapora IRINA`yê,Seyd Emar Hekîm li daxûyaniyekê ragahnd: Quds mesela însanî, îslamî û erebî ya misilmanan e û zevtkirin û firotin û bikaranîna wê di dan û istandinan de û yan jî di lihevkirinên têkildarî hilbijartinan bi her hecetekê ne pêkan e.
Hekîm got: Danûstandina Serdemê, kelûmeleka bê nirx e ku qet gelê Filistînê û azadeyên cîhanê pê qayîl bibin.
Serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê ji konseya ewlehiyê û saziyên NY, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekitiya Ereban xwest ku li hember vê binpêkirina eşkere ya mafên gelê, helwesteke dîrokî bigrin.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp roja sêşemê li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu li Koşka Sipî hûrgiliyên plana xwe ya bi navê “Danûstandina Sedsalê” ku planeke tam li dijî mafên filistîniyan e, eşkera kir.