Çeteyên DAIŞ’ê 8 welatî revandin şûnde 2 jê înfaz kirin
DAIŞ’ê li herêma di navbera Xaneqîn û Kifriyê de 8 welatî revandin, îro cenazên 2 welatiyên ku têgotin hatine înfazkirin (darvekirin) haine dîtin.
Şevê din li ser rêya di navbera navça Qeretepe ya girêdayî Xaneqînê û bajaroka Kifrî ya ser bi îdareya Germiyanê de çeteyên DAIŞ’ê xaleke kontrolê ya demkî danîn û wesayît kontrolkirin. Hate gotin di dema kontrola wesayîtan de gulle li wesayîtên welatiyên herêmê barandine.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatiye wergirtin, koma çeteyan şevê din 8 welatiyên ji Xaneqîn, Qeretepe û Gûlale ne. Li gel 8 welatiyan 2 wesayît jî tên revandin.
Îro cenazê du welatiyan ku yek jê xwendekare, li nêzî gundên Narên û Qeretepeyê hatine dîtin û hate diyar kirin ku herdu hatine înfazkirin (îdamkirin). Piştî cenaze hatine dîtin, ji bo lêkolînê rakirine nexweşxana Qeretepê. Navê welatiyek Omer Semîn ê ji Qeretepê ye.Welatiyê din jî ciwanek xwendekar e û ji Gulalê ye.
Xaneqîn di warê îdarî de bi parêzgeha Diyala ya Iraqê ve girêdayî ye. Ew bajar yek ji herêmên nakokî li ser e.