Hevpeymaniyên Saîrûn û Fetih ji bo wezîfeya serokwezîriyê lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312714-hevpeymaniyên_saîrûn_û_fetih_ji_bo_wezîfeya_serokwezîriyê_lihev_kirin
Hevpeymaniyên Saîrûn û Fetih ên li Parlemana Iraqê ji bo namzetek hevbeş ji bo wezîfeya serokwezîriyê lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 08:26 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniyên Saîrûn û Fetih ji bo wezîfeya serokwezîriyê lihev kirin

Hevpeymaniyên Saîrûn û Fetih ên li Parlemana Iraqê ji bo namzetek hevbeş ji bo wezîfeya serokwezîriyê lihev kirin.

Li gorî  medya Iraqê, hevpeymanîyên Saîrûn û Fetih ên li Parlemana Iraqê ji bo namzetek hevbeş ji bo wezîfeya serokwezîriyê bi serokatiya Muqteda Sedir û Hadî Amirî lihev kirine. Tê gotin ku wê namzetê wan Mihemed Tufîq Elawî be.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duh bi daxuyaniyekê heta Şemiyê (1’ê Sibatê) wext da aliyên siyasî da ku namzetên xwe yên ji bo serokwezîriyê diyar bikin. Di daxuyaniyê de bang li aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin ku di vê rewşa welêt têde bi berpirsiyarî tevbigerin û wiha hat gotin, “Iraq ber bi rewşeke metirsidar ve diçe. Divê hemû alî bi berpirsiyarî û li gor daxwazên xwepêşanderan tevbigerin.”