Berhem Salih dawîna moleta kivşkirina kandîda posta serokwezîran diyar kir
Çile 29, 2020 13:32 Asia/Tehran
Berhem Salih serokkomarê Iraqê heta roja Îniyê molet daye aliyên siyasî yên Iraqê ku kandîda posta serokwezîrtiyê bo Iraqê kivş bikin.
Li gor ragahndina çavkaniyeke iraqî, Berhem Salih heta êvara roja îniyê derfet daye aliyên siyasî ku kandîda posta serokwezîrtiyê bo Iraqê kivş bikin ku hemî lê razî bin.
Wê çavkaniyê her wiha ragihandiye ku heta vê moletê ger kandîdek neyê kivşkirin, Berhem Salih dê bi xwe bo vê postê kivş bike ku raya giştî ser qayîl bin.
Hevgav vê çavkaniyê red kiriye ku heta niha li bara kandîda posta serokwezîrtiya Iraqê lihevkirinek pêk hatibe.