Ayetullah Seyid Elî Sîstanî: 'Danûstandina Sedsalê" teqez dê ser nekeve
Merceyê bilind ê Iraqê ragihand ku plana amerîkî ya bi navê Danûstandina Sedsalê mehkûmî işkestê ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa Ayetullah Seyid Elî Sîstanî, Merceyê bilind ê Iraqê Sêşemiyê bi şev bi daxuyaniyekê plana îdiayî ya Amerîkayê ya nasyar bi Danûstandina Sedsalê şermerzar kir û got: Vê planê hestên bi sedan miliyon ereb û misilmanan li seranserî cîhanê birîndar kiriye.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê hevrê digel Bênyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rêjîma Siyonîst hat nav Koşka Sipî û plana xwe ya qaşo Aştiyê ya bi navê Danûstandina Sedsalê ragihand û got: Li gorî vê planê bajarê Qudsê dê paytexta yekparçe ya Rêjîma Siyonîst bimîne.
Li pey nimandina vê planê, gellek ji kesyetî, rayedarên siyasî û dînî yên seranserî cîhanê nemaze misilmanan. Danûstandina Sedsalê şermezar kirin.
Seyid Emar Hekîm Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê jî destnîşan kir: Danûstandina Sedsalê komployeka bixeter dijî aramî û aştiya cîhanê ye û ji Konseya Ewlehiyê, rêxistinên navneteweyî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ereban xwest ku helwêsteke dîrokî jibo şermezarkirina Danûstandina Sedsalê hilêxînin.
Li gorî plana amerîkî ya Danûstandina Sedsalê, Qudsa şerîf dê radestî Rêjîma Siyonîst were kirin; Awareyên filsitînî li welatên din dê mafê vegerê tunebin û Filsitîn dê tenê xwediyê erdên mayî yên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê û Zîvala Xezeyê be.
Li çarçova plana Danûstandina Sedsalê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 6ê Kanûna 2017an bajarê dagirkirî yê Qudsê wek paytexta Rêjîma sexte ya Israîlê da nasandin û qala biryara xwe jibo veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê kir. Dewleta Amerîkayê roja Duşemiyê, 14ê Gulanê ev biryar cih anî.
Quds ji sala 1967an va di bin dagîrkeriya Rêjîma Siyonîst da ye.