Amerîka şandina çek û sîlahan ji bo Iraqê rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312654-amerîka_şandina_çek_û_sîlahan_ji_bo_iraqê_rawestand
Dewleta Amerîka şandina çek û sîlahan ji bo Iraqê bitaybet alîkariyên ji bo grûpa hewayî ya F-16 ya wî welatî rawestand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 13:38 Asia/Tehran
  • Amerîka şandina çek û sîlahan ji bo Iraqê rawestand

Dewleta Amerîka şandina çek û sîlahan ji bo Iraqê bitaybet alîkariyên ji bo grûpa hewayî ya F-16 ya wî welatî rawestand.

Li gor rapora tora civakî ya amerîkî ya Insidefense, dewleta Amerîka şandina çek û sîlahan ji wan mûşekên Sayîd Wîdêr, Mawrîk û yên dinê yên ku grûpa firokên F-16 hewcetî bi wan heye rawestand.

Brian Brackens berdevkê hêza hewayî ya Amerîka bal kişande ser vê biryara Koşka sipî û nîgeraniya xwe ji rewşa ewlehiya Iraqê daye diyarkirin.

Rêketinnameya çek û sîlahî di navbera Iraq û Amerîka li Gulana sala 2016 bi erzişa Milyardek û 800 milyon dolar hate îmzakirin.

Kiryara cinayetkarane ya terorîstên amerîkî li terorkirina serdar Sipehbod Qasim Silêymanî fermandarê Sipahê Quds, rewş ji bo hizûra eskerên amerîkî li nav axa Iraqê nemumkin kirye.

Parlemana Iraqê jî daxwaza derxistina eskerên amerîkî ji nav axa vî welatî kiriye.