Amirî: baştirîn bersiv bo cinayeta waşîngtonê derxsitina çekdarên amerîkî ji Iraqê ye
Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê baştirîn bersiv bo cibnayeta Waşîngtonê ya binpêkirina hakmiyeta Iraqê derxistina çekdarên amerîkî ji axa vî welatî da zanîn.
Hadî Amirî got ku Amerîka bi binpêkirina hakimiyeta Iraqê di êrîşa ser cadeya firokexaneya Bexdayê bi wateya tam cinayetek mezin kir.
Wî di hevpeyivîna bi kanala Etcahê ra got: Amerîka piçekê jî rêzê li hakimiyeta Iraqê, dewlet an komên siyasî nagire. Loma bi nêrîna min baştirîn sozdariya bo xwîna şehîdan derxistina tam a hêzên amerîkî û serêxwegirtina tam a hakimiyetê ye.
Amirî got: Bersiva baş bo Waşîngtonê, derxistina hemî hêzên amerîkî ji welatê me ye. Amerîkayê bi binpêkirina hakimiyeta Iraqê di cinayeta firokexaneya Bexdayê da, bi wateya tam, cinayeteke mezin pêk aniye.
Amirî her wiha got: Destpêkê ku DAIŞê êrîş kiribû, tu kesek li kêleka me (iraqiyan) ranewestiya. Amerîka û welatên rojavayî gişt bi DAIŞ'iyan ra bûn. Tenê piştevaniya locistîkî ji DAIŞê dikirihn, her wiha ew wek Serhildana eşîrên ereb ên sune bi nav dikirin, Hecî Qasim (Silêmanî) di şerê dijî DAIŞê tam û aşkira mêrxas û wêrek bû. Zêde ji carekê çû Amirliyê ku tam di dorpêça têrorîstan da bû. Dawîn kesê ku ji Til Eferê derket, Qasim Silêmanî bû. Amerîkiyan karekî nekirin, îla ku piştî vêya ku dîtin azadkirinê serê xwe negirtiye.