El-Keibî: Xwenîşandana milyonî ya gelê Iraqê bûye bela serê Trump
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312627-el_keibî_xwenîşandana_milyonî_ya_gelê_iraqê_bûye_bela_serê_trump
Cîgirê serokê parlemana Iraqê destnîşan kir: Xwenîşandana milyonî ya gelê Iraqê ya dijî Amerîka ku îniya bihurî birê ket, bûye bela serê Donald Trump û nîşan da ku gelê Iraqê neyarê siyasetên Waşîngtonê li nav axa xwe ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2020 13:47 Asia/Tehran
  • El-Keibî: Xwenîşandana milyonî ya gelê Iraqê bûye bela serê Trump

Cîgirê serokê parlemana Iraqê destnîşan kir: Xwenîşandana milyonî ya gelê Iraqê ya dijî Amerîka ku îniya bihurî birê ket, bûye bela serê Donald Trump û nîşan da ku gelê Iraqê neyarê siyasetên Waşîngtonê li nav axa xwe ne.

El-Keibî Cîgirê serokê parlemana Iraqê li gotinên xwe yên duh yekşemê got: Amerîka û saziyên propagandeyî yên vî welatî xebitîn vê xwenîşandana dijî amerîkî ya gelê Iraqê lawaz nîşan bidin lê nekarîn pîşiya xwesteka gelê Iraqê bigrin û gelê Iraqê yekdeng gotine welatên cîhanê ku naxwazin hêzên Amerîka li nav axa wan da bimînin.

El-Keibî destnîşan kir ku xwenîşandana milyonî ya gelê Iraqê nexşerêya derxistina hêzên Amerîka ji nav axa Iraqê bû û parleman jî dixebite bi hevahengiya tev dewletê wextekê ji bo derxistina hêzên amerîkî ji nav axa Iraqê kifş bike.

Wî got: Parlemana Iraqê dê bi vê zûtiyê civînên xwe li ser venêhrîna ser peymannameyên ewlehiyê tev welatên biyanî berdewam bike.