salih û Hekîm ser desthilata Iraqê û lezandina damezirandina dewleta nû teqez kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312615-salih_û_hekîm_ser_desthilata_iraqê_û_lezandina_damezirandina_dewleta_nû_teqez_kirin
Serokomarê Iraqê û Rêberê Tevgera Hikmeyê li ser pêwîstiyab lezandina damezirandina delweta nû û parastina hakimiyet û tenahiya vî welatî pêgirî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2020 04:55 Asia/Tehran
  • salih û Hekîm ser desthilata Iraqê û lezandina damezirandina dewleta nû teqez kirin

Serokomarê Iraqê û Rêberê Tevgera Hikmeyê li ser pêwîstiyab lezandina damezirandina delweta nû û parastina hakimiyet û tenahiya vî welatî pêgirî kirin.

Navenda ragihandinê ya Saziya Serokomartiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Berhem Salih, Serokomarê vî welatî roja Yekşemiyê li bajarê Bexdayê mêvandarê Seyid Emar Hekîm, Rêberê Tevgera Hikmeyê bûye.

Li gorî naveroka vê daxuyaniyê, Salih  ûHekîm di hevdîtian xwe da tevî hilkolandina dawîn alûgorên ewlehî û siyasî yên Iraqê, li ser pêwîstiya lezandina pêvajoya damezirandina dewleta nû ya federal bi armanca beşdariyê bona serêxwegirtina ramanên gelê vî welatî û dabînkirina xwestekên wan ên rewa di warê reformên têkildar da pêgirî kirin.

Di hevdîtina wan da her wiha ser hakimiyeta vî welatî, parastina tenahî û ewlehiya wê û dûrkirina wê ji pevçûnên navçeyî û navneteweyî pêgirî hat kirin.