Êrîşa bi roketan ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê
Çile 27, 2020 04:50 Asia/Tehran
Di êrîşa bi roketan a Yekşemiyê bi şev ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, pênc karmendên vê balyozxaneyê birîndar bûne ku tê gotin halê yekî wan xedar e.
Li gorî rapora Al Alamê, Li pey êrîşa bi roketan a ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, helîkopterên amerîkî kedkarên Balyozxaneyê veguhestin.
Rayedarekî leşkerî yê Amerîkayê lêketina mûşeka Katiyoşayê li avahiya balyozxaneya vî welatî li Bexdayê piştrast kir, lê qala hejmara kuştî û birîndaran nekir.
Berêvara Yekşemiyê pênc roketên Katiyûşayê bo ser Navçeya Kesk a Bexdayê hatin avêtin ku yek ji wan li Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ket.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di çend mehên bihurî da bi caran ketiye ber êrîşa roketan.