Gordanên Hizbullaha Iraqê amadetiya xwe jibo sekinîna dijî çekdarên amerîkî ragihand
Gordanên Hizbullaha Iraqê careka din amadetiya xwe jibo derbelêdana li hêzên amerîkî û birêxistina şerê dûr û dirêj û westîner ji çekdarên vîw elatî li Iraqê û Rojavaya Asyayê ragihand.
Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Televîziyona Meyadîna Libnanê, Femandarê Operasiyona taybet a Gordanên Hizbullaha Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: Gordanên Hizbullaha Iraqê jibo sekinîan dijî hêêzn amerîkî, tevgerên wan bi diqet dişopîne.
Hêza Pêşîlêgirtina mûşekî ya Gordanên Hizbullaha Iraqê jî bi daxuyaniyekê tevî pêgiriya ser vêya ku jibo êrîşa ser baregehên dijminan û kavilkiirna wan tam amade ye, ragihand: Tu pergaleke berevaniya mûşekî wek Patriyotê nikare êrîşên Gordanên Hizbullaha Iraqê bide rawestandin.
Li pey êrîşa têrorîstî ya Amerîkayê ser Bexdayê di roja 3ê Çileya 2020an da ku di encamê da serdar Sipehbud Qasiom Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê serokê Heşda Şeibiyê ya Iraqê şehîd bûn, nûnerên parlimana Iraqê roja 5ê Çileyê pêşnumaya derxistina çekdarên amerîkî ji axa Iraqê pesend kirin.
Gellek ji rayedarên iraqî ji wan Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê dewleta Karrêkxer a vî welatî piştî pesendnameya Parlimanê, li ser derketina herî bilez a çekdarên amerîkî ji Iraqê pêgirî kirine.
Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ku berbanga roja Îniyê, 3ê Çileya 2020'ê, li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê sefera vî welatî kiribû, hevrê digel Ebu Mehdî Mihendis Alîkarê Serokê Besîca Gelanî ya Iraqê (Heşda Şeibî) û 8 kesên din di encama êrîşa esmanî ya hêzên destdirêjker û têrorîst ên amerîkî li ser firokexaneya Bexdaya Iraqê, şehîd bûn.
Gelê Iraqê roja Îniyê bi lidarxistina xwenîşandana miliyonî li kolanên Bexdaya paytexta vî welatî, daxwaza derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê kir.