Hekîm: Divê dawî li hebûna amerîkiyan li Iraqê were dayîn
Çile 26, 2020 06:04 Asia/Tehran
Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê seyd Emar Hekîm got: Me bi caran gotiye ku em bi xwe dikarin ewlehiya welatê xwe dabîn bikin.
Li gor sîstema ragihandinê ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê seyd Emar Hekîm got: Me bi caran gotiye ku em Iraqê serokê vê tevgerê duh got: Hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şerê li dijî terorîsma DAIŞê pêwîst bû û niha ku ev koma terorîst têkçûye divê ev hevpeyman bi dawî were, eva rastiyek e ku divê ti dijberiyek ser wê tinebe.
Seyd Emar Hekîm herwiha got: Divê dîtin û bawera teknîkî û leşkerî ya dewletê derheq hewcetiya li amadekariya hêzan û erka wan û dembendiya derketina hêzên Hevpeymaniyê piştî serketina li hemberî terorîsmê û azadkirina erdên Iraqê were berçavgirtin.