Berteka Hizbullaha Iraqê li hemberî damezrandina sîstema Patriot li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312584-berteka_hizbullaha_iraqê_li_hemberî_damezrandina_sîstema_patriot_li_iraqê
Yekîneya Parastina Mûşekî ya Hizbullaha Iraqê di daxuyaniyekê de desnîşan kir damezrandina sîstema Patriot li Iraqê nabe sedema girtina pêşiya êrişên ser hêzên amerîkî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2020 05:36 Asia/Tehran
  • Berteka Hizbullaha Iraqê li hemberî damezrandina sîstema Patriot li Iraqê

Yekîneya Parastina Mûşekî ya Hizbullaha Iraqê di daxuyaniyekê de desnîşan kir damezrandina sîstema Patriot li Iraqê nabe sedema girtina pêşiya êrişên ser hêzên amerîkî.

Malpera Tabnakê ya Îranê nivîsiye: Yekîneya Parastina Mûşekî ya Hizbullaha Iraqê duh di daxuyaniyekê de bal kişand ser îdiaya rayedarên Pentagonê derheq hitmala damezrandina sîstema mûşekî ya Patriotê li Iraqê ji bo parastina hêzên amerîkî û ragihand ku ev sîstemana û yên wekî wan qet nikarin rê li ber êrişên muhtemel ser hêzên amerîkî bigire.

Malpera kanala Al-Mayadeen a Lubnanê jî ji zarê Hizbullaha Iraqê nivîsiye: Sîstema Parastinê ya Patriota Amerîkayê bi yeqîn nikare pêşiya êrişên me bigire.

Yekîneya Parastina Mûşekî ya Hizbullaha Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye: Em ji bo berevaniyê amade ne û hêza me di rewşa herî jorîn de ye ji bo ku em bikarin bargehên dijminan bikin hedef û wan tev hev hilweşînin.

Çend rayedarên amerîkî çarşemiya borî îdia kirin ku muhtemel e Pentagon bona parastina hêzên xwe li Iraqê sîstemeke parastina mûşekî li Iraqê damezrîne.