Pêgiriya Ayetullah Elî Sîstanî ser yekitî û parastina yekparçetiya axa Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312545-pêgiriya_ayetullah_elî_sîstanî_ser_yekitî_û_parastina_yekparçetiya_axa_iraqê
Nunerê Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê destnîşan kir: Tu hincetek jibo binpêkirina yekparçetî û hakimiyeta Iraqê ji aliyê her kes û komekê bi her behaneyekê tuneye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 24, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Ayetullah Elî Sîstanî ser yekitî û parastina yekparçetiya axa Iraqê

Nunerê Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê destnîşan kir: Tu hincetek jibo binpêkirina yekparçetî û hakimiyeta Iraqê ji aliyê her kes û komekê bi her behaneyekê tuneye.

Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya, Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê de ku îro ji aliyê Hucet ul Islam Ehmed Safî li xutbeyên nimêja Îniyê ya Kerbelayê hat xwendin, hatiye: Welatiyên iraqî jibo hilêxistina helwêst û nêrînên xwe bi şêwazên aştiyane û di çarçova parastin ahakimiyeta Irqê dûr ji her cûre dîkte û zexta biyaniyan azad in.

Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê tevî pêgiriya li ser cihanîna reformên rasteqîn ku gel daxwaza wan dike, got ku her cûre derengkirina li vî karî dibe sebeba renca zêdetir a welatiyan  û dewama bêewlehîtiyan li Iraqê.

Ayetullah Elî Sîstanî ji hemî komên siyasî xwest ku gef û kêşeyên ku Iraq tûşî wan bûye, têbigihêjin û ragihand ku hemî tevger û kom divê helwêsteka yekane di vî warî da bigirin ber xwe.