Pêgiriya Ayetullah Elî Sîstanî ser yekitî û parastina yekparçetiya axa Iraqê
Nunerê Ayetullah Elî Sîstanî, Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê destnîşan kir: Tu hincetek jibo binpêkirina yekparçetî û hakimiyeta Iraqê ji aliyê her kes û komekê bi her behaneyekê tuneye.
Li gorî rapora IRNAyê, Di daxuyaniya, Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê de ku îro ji aliyê Hucet ul Islam Ehmed Safî li xutbeyên nimêja Îniyê ya Kerbelayê hat xwendin, hatiye: Welatiyên iraqî jibo hilêxistina helwêst û nêrînên xwe bi şêwazên aştiyane û di çarçova parastin ahakimiyeta Irqê dûr ji her cûre dîkte û zexta biyaniyan azad in.
Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê tevî pêgiriya li ser cihanîna reformên rasteqîn ku gel daxwaza wan dike, got ku her cûre derengkirina li vî karî dibe sebeba renca zêdetir a welatiyan û dewama bêewlehîtiyan li Iraqê.
Ayetullah Elî Sîstanî ji hemî komên siyasî xwest ku gef û kêşeyên ku Iraq tûşî wan bûye, têbigihêjin û ragihand ku hemî tevger û kom divê helwêsteka yekane di vî warî da bigirin ber xwe.