Xwenîşandana berfire ya gelê Iraqê jibo pêgirîya ser derxistina dagirkerên amerîkî
Gelê Iraqê îro bi xwenîşandaneke berfire ya dijî Amerîkayê, hêza islamê û gelê mezin ê wî welatî nîşanî Amerîkaya dagirker û hevpeymanên wê da.
Iraqîyan ji bajarên curbicur nemaze paytextê ji sietên destpêka îro ve xwe gîhandin cihê xwenîşandanê li Bexdayê ta ku di xwenîşandana berfire ya dijî hêzên dagirker ên amerîkî da pişikdar bibin.
Gelê Iraqê; jin û mêr, pîr û ciwan îro daket kolanên Bexdayê ta ku qêrîna xwe ya jibo azadî û serxwebûnê û kutakirina dagirkerîya hêzên amerîkî bigihîne guhê cîhanê.
Gelê Iraqê di vê xwenîşandanê de alaya welatê xwe bilind kir û bi durişmên ''mirin jibo Amerîkayê'', mirin jibo Israyîlê'' û ''Amerîka ji welatê me derkeve'' hêrsbûn û nefreta xwe nîşandanî dagirkeran dan.
Hevgavê vê xwenîşandanê Muqteda Sedir Rêberê tevgera Sedir a Iraqê jî di daxûyanîyekê de xwest ku hemî rêkevtinamên ewlehîyê yên di navbera Amerîka û Iraqê de bên ibtalkirinê û pêgirî kir ku divê dewlet hemî baregehên amerîkî girêde û heke dewleta Amerîkayê hazir nebe ku ji Iraqê vekişe, yê weke welatekî dagirker û dijmin serederî digel wê da bê kirinê.
Muqteda Sedir herwiha got ku Bexda divê esmanê xwe girêde ta ku Amerîka nekare opêrasyonên leşekrî lidar bixe û derxistina Amerîkayê ji Iraqê yê tenê bi girêdana baregeh û şirketên wê yên ewlehîyê yên li Iraqê pêkan be û serêxwe bigire.
Zêde ji 10 televîzyonên Iraqê û hejmareke mêdyayên Ereb ên herêmê ji sietên destpêka îro ve programên xwe rawestandin û rapor û wêneyên têkildarî xwenîşandana gelê Iraqê ya li Bexdayê bi awayekî zindî weşandin.