Gelê Iraqê jibo pişikdarîya di xwenîşandana bi durişma ''Amerîka derkeve'' amade ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312522-gelê_iraqê_jibo_pişikdarîya_di_xwenîşandana_bi_durişma_''amerîka_derkeve''_amade_ye
Xwenîşandana bi pişikdarîya bi milyon kes ji gelê Iraqê jibo pêgirîya ser derxistina hêzên amerîkî ji axa wî welatî yê îro di siet 9`ê danê sibê de were lidarxistinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2020 05:15 Asia/Tehran
  • Gelê Iraqê jibo pişikdarîya di xwenîşandana bi durişma ''Amerîka derkeve'' amade ye

Xwenîşandana bi pişikdarîya bi milyon kes ji gelê Iraqê jibo pêgirîya ser derxistina hêzên amerîkî ji axa wî welatî yê îro di siet 9`ê danê sibê de were lidarxistinê.

Komên Berxwedana Islamî, kesayetîyên dînî û rêvebirên sîyasî û netewî yên Iraqê xwenîşandana dijî hebûna hêzên amerîkî li Iraqê ``roja serwerîya netewî`` bi nav kirine û hinek ji wan jî ew xwenîşandana wek şoreşa sala 1920`î û derketina biserşurî ya dewleta koledar a Ingilîsê ji axa Iraqê zanîne.

Li gellek postêran hevoka "GO OUT'' bi awayekî rasterast ji leşekrên amerîkî û Donald Trump Serokomarê wî welatî re hatîye bikaranînê û pêgirî ser pêwîstîya derxistina lezgîn a hêzên amerîkî hatîye kirinê.

Li pirranîya postêran herwiha wêneyên birezalet ên Trump hatine neqişandinê ku ji axa Iraqê hatîye derxistinê.

Li hin postêran jî wêneyên serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê hatine nîşandayînê û ji amerîkîyan re hatîye gotin ku ''we DAIŞ ava kir.''

Li şebekeyên civakî jî heçtegên curbicur di vî warî de hatine weşandinê ku "کلا_کلا_آمریکا" و "بلا_محتل_بلدی_اجمل" yên herîgirîng in.

Di vî halî da kesayetîyên iraqî jî pêgirî ser pişikdarîya berfire ya gel di xweînşandana îro de kirin û ew giştpirsîya derxistina leşkerên amerîkî ji Iraqê bi nav kirin.

Bedir Zîyadî Endamê Komsyona Ewlehî û Berevanîyê ya Parlimana Iraqê ragihand ku gelê Iraqê biryar e ku di xweînşandana roja Înîyê de bi awayekî berfire pişikdar bibe ku ev yeka bûyereke dîrokî û girîng e.

Kerîm Elîwî Endamê Fraksyona Al Fathê li Parlimana Iraqê jî got: Parliman nunera hemî kom û qatên Iraqê ye lewma biryara wê ya derxistina hêzên amerîkî nêrîn û biryara hemî iraqîyan e.

Elîwî herwiha got: Xwenîşandana roja Înîyê hilgirê vê peyamê jibo amerîkîyan e ku gelê Iraqê dijî hebûna wan l iwelatê xwe ye.

Li pey êrîşa têrorîstî ya Amerîkayê ser Bexdayê di roja 3ê Çileya 2020an da ku di encamê da serdar Sipehbud Qasiom Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Ebu Mehdî Muhendis Alîkarê serokê Heşda Şeibiyê ya Iraqê şehîd bûn, nûnerên parlimana Iraqê roja 5ê Çileyê pêşnumaya derxistina çekdarên amerîkî ji axa Iraqê pesend kirin.